HDP'ê Vedat Turkalî bi bîr anî
Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP'ê Omer Ocalan "çinara wêjeyê û mirovê aştiyê" Vedat Turkalî di salvegera 6'an a wefata xwe de bi bîr anî.
Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP'ê Omer Ocalan "çinara wêjeyê û mirovê aştiyê" Vedat Turkalî di salvegera 6'an a wefata xwe de bi bîr anî.
Omer Ocalan ji bo Vedat Turkalî yê ku 29'ê Tebaxa 2016'an koça dawî kir, daxuyaniyek weşand û wêjevan, nivîskar bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Vedat Turkalî heta dawiya emrê xwe hem bi gotina xwe, hem jî bi sekna xwe bû dengê bindest û berxwedêran û hate gotin, "Di demên herî zehmet ên dîroka Tirkiyeyê de jî li gel kedkaran, bindestan û Kurdan meşiya. Ji bo pirsgirêka Kurd li ser bingeha wekhevî, azadî û aştiyeke bi rûmet û mayinde bê çareserkirin di her şert û mercî de gotina xwe got, kete nava hewldanan. Bi vî rengî ji berpirsyariya xwe ya rewşenbîriyê tawîz nede. Bi vê sekna xwe ya bi rûmet Vedat Turkalî weke nirxekî mezin cihê xwe di hişê gelê Kurd û gelan hemûyan de girt. Îro jî di têkoşîna demokrasî, aştî, azadî û wekheviyê de weke çavkaniyeke sûdwergirtinê tê dîtin."
Di dawiya daxuyaniyê de Vedat Turkalî bi rêzdarî û bi hurmet hate bîranîn.