HBDH'ê şehîdên Tebaxê bi bîr anî: Hesabê wan wê bê pirsîn!

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) fremandar û şervanên ku di salên cuda de meha Tebaxê şehîd bûn bi bîr anî.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şervan û fermandarên ku meha Tebaxê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hesabê şehîdên me wê qat bi qat bêne pirsîn."

Di daxuyaniyê de ji fermandarên şoreşa yekbûyî Alîşer Dersim (Huseyîn Akçîçek) û Baran Dersim (Îrfan Gerçek), Koray Aspîr, Ogûz Aksû, Şahîn (Yilmaz Kes), Mercan (Sevda Serînyel), Doktor (Mahîr Ozgul), Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban), Bariş Mûstafa Kalafat (Mehmet Alî Kasirga), Devrîm Şoreş (Velî Gorgun), Baran Mûnzûr (Umît Yetîk) ên di salên cuda yên meha Tebaxê de şehîd bûn bi rêzdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şehîdên me di navbera jiyan û mirinê de tercîheke bi zanebûn kirin, ji bo avakirina paşerojeke azad û bi rûmet hunera xwe hemû pêşkêş kirin û tevkariyeke dilnizm li dîroka şoreşê kirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Têkoşîna me ya şoreşê îro di qonaxeke nû de dewam dike. Her serdem kadro û asta xwe ya têkoşînê diafirîne. Li cografya me ya Kurdistan û Tirkiyeyê ku şert û mercên raperîna gel a çekdar û desthilatdariya gel a şoreşger ava dibin, wezîfeyên girîng dikevin ser milê gelên me û şoreşgeran. Berdêla ku dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst û desthilatdariya AKP-MHP'ê bide wê gelekî giran be. Sîstema sermaye û zordar a faşîst wê bê parçekirin, hesabê kiryarên xwe wê qat bi qat bidin. Têkoşîna me ya şoreşê û sosyalîzmê wê bi ser bikeve."