Li Sakaryayê êrîşî karkerên ji Amedê hate kirin: 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê 30 kesan êrîşî karkerên ji Amedê kirin. Di êrîşê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Karkerên çandiniyê yên ku ji bo berhevkirina findiqan çûn navçeya Hendek a Sakaryayê, li vir rastî êrişa komeke ji 30 kesî hatin. Karkerên çandiniyê yên ku di 4'ê Tebaxê de ji Amedê ji bo berhevkirina findeqan çûn Taxa Çamlica ya navçeya Hendekê, di 27'ê Tebaxê de xwediyê erd û xizmên wî jî di nav de rastî êrişa komeke ji 30 kesî pêkhatî hatin. Di êrişê de zarokê bi navê E.Y. (15) û Gazî Age (18) bi giranî birîndar bûn. Piştî êrişê karker ji bêgavî ji navçeyê çûn. 

Çawîş Mehmet Karakaş anî ziman ku di 27'ê Tebaxê de li nav zeviyê findiq berhev dikirin û neviyê xwediyê zeviyê kevir avêtiye wan. Karakaş got: “Neviyê xwediyê zeviyê kevir avêt aliyê karkeran. Min ew hişyar kirin ku keviran navêjin, kevir tên li karkeran dikevin. Got, 'Min neavêtiye, lingê min şemirî, kevir ji ber pengizî.' Me got, temam. Lê piştî demekê, neviyê xwediyê zeviyê çewal avêtin. Li nêzî me nigê wî şemitî û ket erdê. Gava ket, karker li aliyê wî mêze kirin. Wî jî got, 'Hûn li çi mêze dikin lan! Êvarî gava hûn daketin jêr em ê hev bibînin.' Bi vî awayî gef li me hemûyan xwar." 

Karakaş bilêv kir ku piştî karên wan qediyaye berê xwe dane malê û got: “Dema em çûn malê, li baxçeyê malê 30 kes li benda me bûn. Bêyî ku em bizanibin çi bûye êriş anîn ser me. Di wê navê de Gazî Taş ê 18 salî û E. Y. yê 15 salî bi giranî birîndar bûn. Ew çûn nexweşxanê û rapor wergirtin. Piştî êrişê jendirme hatin û em ji wir derxistin derve. Piştre me li Fermandariya Jendirmeyan a Navçeya Hendekê giliyê wan kir. Bi dû re jî em neçar man eşyayên xwe wergirin û ji navçeyê biçin."