ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji Fermandarên Biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt şerê li Başûrê Kurdistanê yê li dijî dewleta Tirk nirxand û got, "Dewleta Tirk dît ku nikare PKK'iyên di vê astê de têdikoşin têk bibe. Lewma dixwaze lawaziya xwe ya di şer de bi propagandayê binixumîne."

- Parlamenterê Îngiliz Russel Moyle got, divê teqez were lêkolîn bê dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye yan na û OPCW rexne kir ku vê lêkolînê li gorî bendewariyan nake.

- Dagirker li pêşberî van çiyayên bi heybet û lehengên wan ên şerker her tim têk çûne. Şerê vê demê jî wê ti carî neyê jibîrkirin. Fedaî her tim bi ser dikevin.

- Mevlan Tekçe ku 22 sal in li Colemêrgê sobeyan çêdike, ji ber ku sobe têrê nake, ji bo havînê jî semawer û manqelan jî çêdike.