Operasyoneke nû li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Qereçoxê hat destpêkirin

Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku îro siharê hêzên wan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li çiyayê Qereçoxê qonaxa şeşemîn a operasyona bi navê ‘Cesareta polayî’ dane destpêkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê Hêzên Iraqê piştî dawî hatina qonaxa pêncem a Operasyona ‘Cesareta Polayî’, qonaxa şeşem a operasyonê dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi balefiran navend û stargehên çeteyên DAÎŞ’ê tên bombebarankirin. Di dewama daxuyaniyê hat ragihandin ku bombebaran bi balefirên 159-L li navçeya Zabî ya bajarokê Hewîce yê li ser sînorê di navbera fermandariyên operasyonên Kerkûk û Nînowa de hatine encamdan.

Herwiha fermandarê Xwebexş ê Pêşmerge Xazî Feysel jî ragihand ku danê siharê balafirên Hêzên Hevpeymana dijî DAÎŞ’ê navend û stargehên çeteyên DAÎŞ’ê yên li çiyayê Qereçoxê ya ser bi navçeya Mexmûrê gelek caran bombebaran kirine.

Xazî Feysel da zanîn ku armanca bombebaranê hewla tinekirina tevgerên çeteyên DAÎŞ’ê yên li çiyayê Qereçox a Mexmûrê ye.