4 roj in tu agahî ji girtiyê ku gardiyanan êşkence lê kir nayê girtin

Ji girtiyê bi navê Mîrza Çaglayan ê di Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê de ku gardiyanan êşkence kir, 4 roj in tu agahî nayê girtin.

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê gardiyanan li ser qawîşan de girt û Mîrza Çaglayan êşkence kirin. Piştî êşkenceyê ji qawîşê derxistine û 4 roj in tu agahî ji Çaglayan nayê girtin.

Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyan ragihandine, gardiyanan di 26’ê Tebaxê de li ser qawîşan de girt û gelek gardiyanan li Çaglayan xistiye. Hat diyarkirin ku gardiyanan piştî lêdanê Çaglayan ji qawîşê derxistine. Hat ragihandin ku 4 roj in tu xeber ji Çaglayan nayê girtin, aqûbeta wî ji îdareya girtîgehê hatiye pirsîn, lê îdareyê tu tişt ji girtiyan re negotiye.