Xizmên kesên hatine windakirin vê hefteyê li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn

Xizmên kesên hatine windakirin vê hefteyê li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn. Eroglû di sala 1995’an de hatibû destgîrkirin û careke din agahî jê nehatibû stendin.

Xizmên kesên hatine windakirin û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin”, di hefteya 709’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Şeyhmûs Eroglû hat pirsîn ku di 21’ê îlona sala 1995’an de ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatibû destgîrkirin û ev 27 sal in tu agahî jê nayên girtin. 

Çîroka Eroglû ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, wiha qala çîroka Eroglû kir: “Şeyhmûs Eroglû di sala 1930’an de li Mîdyada Mêrdînê ji dayik bû. Zewicî bû û 7 zarokên wî hebûn. Dema li gundê xwe dijiya, leşker û cerdevanan gelek tehde û zordarî lê kir da ku bibe cerdevan. Gelek caran ew û birayê xwe ji hêla leşkeran ve hatin destgîrkirin. Ji ber zextên heyî, malbata Eroglû neçar ma ku ji gund bar bikin. Çend salan li Êlihê jiyan. 

Leşker û cerdevanan di nîvşeva 21’ê Îlona sala 1995’an de bi ser mala Eroglû de girtin, ew destgîr kirin û anîn Mêrdînê. Malbata Eroglû ji bo aqûbeta kurê xwe bizane, gelek caran serlêdan kir. Lê belê tu carî encamek ji van serlêdanên wan derneketin. Berpirsyaran ne serdegirtina malê û ne jî destgîrkirina Eroglû qebûl kirin. Lê belê kesekê ku bi Eroglû re hatibû destgîrkirin got; ‘Eroglû di nezaretê de ye. Gelek êşkence lê hatin kirin û piştre hate berdan.’ Dîsa şahidekê din got; ‘Li Mêrdînê hatiye berdan. Di wesayîta tîmên taybet de bû.’ Ji roja ku Eroglû hate destgîrkirin û heta niha tu agahî jê nayên girtin. Lê belê bi ser re çend sal derbas dibin bila bibin em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin.” 

Beşdaran piştî xwendina çîroka Eroglû, çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi dawî bû.