Dayîkên girtiyên nexweş hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşê çalakiya dayîkên girtiyan a li Kadikoyê kir. Dayîk û gelek kesên HDP’yî bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan di hefteya 26’emîn de li ber îskeleya navçeya Kadikoy a Stenbolê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û rêveberên HDP’ê piştgirî dan çalakiya malbatan.

Beriya çalakiyê polîsan qad dorpêç kir û malbatên girtiyan tevî astengiya polîsan jî heta ber îskeleyê meşiyan. Polîsan li vir malbatan dorpêç kir û diyar kirin ku ew li ser fermana qeymeqamiya navçeyê destûra çalakiyê nadin. Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û dirûşmeya “Bijî berxwedana girtîgehan” berz kirin. Polîsan êrîşî malbatan kir û malbatên girtiyan Fincê Akman, Cemîle Çîftçî, Cemîle Karakaş û 7 kesên din destgîr kirin. Polîsan di kêliya destgîrkirinê de tundî li ser çalakgeran pêk anî.

Parlamenter Dilşat Canbaz û Zuleyha Gulum bertek nîşanî tundî û destgîrkirinê dan û xwestin her kes bi hev re li dijî zilma polîsan têbikoşe û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan. Parlamenteran xwestin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, tavilê bên berdan.