ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig diyar kir ku êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û got, "Eger em rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hilneweşîne, wê îmhakirina fîzîkî ya Rêbertî bikeve rojevê."

- Adnan Orhan anî ziman ku dema dît, cenazeyê Hakan Arslan di hundirê kîsekî de radestî bavê wî hate kirin, xizmên wî yên di salên 1990'î de bi gulereşandinê hatin qetilkirin, hate bîra wî.

- Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk bi bîr xist ku Îdir li ser sînorê sê welatan e, lê belê tevî vê yekê jî yek ji wan bajaran e ku bazirganiya wê herî lawaz e, xizanî, birçîbûn û bêkarî di asta herî bilind de ye.