Ozcan: Tifaqa me ne maseyek e

Endama MYK ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku li ser banga HDP’ê hatiye avakirin ne tevgereke maseyê ye.

Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya HDP’ê Sûltan Ozcan wiha behsa xebatên ku wê piştî ragihandina Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku wê di 24’ê Îlonê de ji raya giştî re bê ragihandin, ew ê bi hemû pêkhateyên civakî re ji bo avakirina komara demokratîk bên cem hev.

Hevberdevka Komîteya Têkiliyên bi Rêxistin û Partiyên Siyasî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan, li ser Tifaqa Ked û Azadiyê ji ANF’ê re axivî. Ozcanê bi van gotinan destnîşan kir ku ew ji tifaqên din cuda ne: “Hemû qadên mexdûriyetê, qadên hatine înkarkirin, mafên kesên ku mafên wan hatine desteserkirin û ji derveyê vê jî dengê bêdengan û zimanê bêzimanan, îdiaya veguherînê ji bo jiyaneke nû di çarçoveya demokratîk de cihêtiya herî girîng e. Yên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cîh digirin divê piralî bin. Li dijî nijadperestî, mîlîtarîzm û zayendperestiyê ne. Pêkhateyên ku li dijî desteserkirina mafên li hember xweza, ked û qada demokratîk têdikoşin û ji vir şûnde bersiveke girîng didin şekilgirtina sedsala 21’an, li hev kom dibin.”

JI XWE EM BI HEVRE LI QADÊ TÊDIKOŞIN

Ozcanê wiha behsa xebatên ku piştî metna hevpar a ku wê di 24'ê Îlonê de ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve li Stenbolê bê eşkerekirin kir: “Em ê nêzîkatiyên ku soza coş û hêvî û moraleke mezin didin pêk bînin. Piştî wê em ê teqez bikin ku çawa me heta niha pêkaniye, em ê bi pêkhateyên din ên demokratîk re ji vê zîhniyeta ku di esasê de li qadan veguherandiye ewlekariya hilbijartinê, dizî û talankirinê rizgar bikin, em ê bi hemû beşên civakî yên ku wê avakirin û damezrîneriya Komara Demokratîk birêve bibin, bi şêweyên cûr bi cûr bên cem hev. Em ne tevgereke maseyê ne. Jixwe em bi hev re li qadê têdikoşin. Em jixwe bi qasê ku li dijî qirkirina jinê, nehesibandina ked û nasnameya jinê ne, ji bo mafên gelên Kurd û gelên Tirkiyê di çarçoveya hemwelatiyê destûrî de, di çarçoveya demokrasiya xwecihî de, di rewşeke wekhev, azad û bê şîdet de bê naskirin, civata tevgerên têkoşînê ne. Em têkoşîna xwe hevpar dikin, hilbijartin beşek ji wê yekê ye. Em di zanabûna girîngiya hilbijartinê û wateya wê ya stratejîk de ne û civak jî di vê zanebûnê de ye û berpirsyariyeke wiha dide me. Em meşeke bi heybet lidar dixin ku em ê di avakirina demokrasiyê de bi hêz, çalakî û xeyalê bibin yek û hemû kombûnên demokratîk li ser xala hevpar a demokrasiyê bicivin."

EM Ê PÊNGAVÊN DESTHILATÊ VALA DERXÎNIN

Endama MYK ya HDP’ê Sûltan Ozcan îşaret bi xeta siyasî ya ku HDP’ê temsîl dike kir û got ku ew hêza xwe ji ezmûna xwe ya têkoşînê ya berê digire û wiha pêde çû: “Mirateyek me ya mezin heye. Çawa ku me duh li berxwe da, em ê bi xeta berxwedanê ya ku me ji dîrokê girtiye, bi erka ku me wek HDP û rêhevalên têkoşînê yên HDP’ê girtiye ser milê xwe, em ê hemû pêngavên derew, talan, tirs, çok danîn ên desthilatdariyê vala derxînin.”