Rewşa girtiyên nexweş Sîncar û Bozan giran e
Li Enqereyê û Stenbolê bal hat kişandina ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Eşref Sîncar û Dîcle Bozan û hat gotin ku divê demildest bên berdan.
Li Enqereyê û Stenbolê bal hat kişandina ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Eşref Sîncar û Dîcle Bozan û hat gotin ku divê demildest bên berdan.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 418’emîn de li ber avahiya ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzvanên mafê mirovan tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Umît Can Akbûlût daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Eşref Sîncar ê 31 sal in girtî û niha li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin û got ku divê tedawiya Sîncar bê kirin.
Akbûlût anî ziman ku Sîncar di nameya şandiye de bal kişandiye ser nexweşiyên xwe û got: “Wî berê 3 cezayên hucreyê girtiye û ji ber vî cezayî berdana wî hatiye astengkirin. Her ku diçe rewşa tenduristiya wî nebaş dibe û nexweşînên wî giran dibin. Ji ber nexweşînên wî tedawiya wî tê redkirin. Her bijîşkek formulek tedawiyê datîne pêşiya Sîncar. Ev jî dibe sedema ku tedawiya wî birêkûpêk nayê kirin û tedawî bi kêrî tiştekî nayê. Bi salan e dermanan vedixwe lê ji ber tedawî tê astengkirin, rewşa wî xetertir dibe. Ji bo ku tedawiya Eşref Sîncar li nexweşxaneyên baş bê kirin divê cezayê wî bê taloqkirin û tavilê were berdan.”
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 546’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de vê hefteyê bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Dîcle Bozan a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan.
Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend û bal kişand ser binpêkirinên mafan, îşkence, muameleya xerab û mirinên bi guman ên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne û xwest dawî li vê rewşê bê anîn.
Barût anî ziman ku rewşa ku Dîcle Bozan pê re rûbirû maye vegot û ew di sala 2017’an de piştî birîndar tê desteserkirin hatiye girtin û çîm û ranek wê ampute û kolostomî hatiye kirin û di ranê din de jî parçeyên şarapnele hene û bêyî baş bibe wê dişînin Girtîgeha Xarpêtê. Barût diyar kir ku nexweşînên wek mîgren û epîlepsî li Bozan peyda bûne û di sala 2018’an de ji ber bêderfetiya tedawiya li Xarpêtê wî şandine Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê. Barût got ku ji ber nexweşiya epîlepsî ew nikare bi tena serê xwe bijî.
Barût da zanîn ku li Girtîgeha Menemenê jî tedawiya pêwîst a Bozan nehatiye kirin û emeliyata wê 9 meh hatiye taloqkirin. Barût diyar kir ku piştre Bozan sewqî Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê hatiye kirin û mafê wê yê tedawiyê li vir jî hatiye astengkirin. Barût destnîşan kir ku proteza girtiya nexweş Dîcle Bozan kevn bûye û ji ber vê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû maye û xwest daxwaza Bozan a proteza nû bê qebûlkirin.