ÎHD’ê Nobetên Aştiyê da destpêkirin: Demildest tecrîda li Îmraliyê rakin-HATE NÛKIRIN
Şaxên ÎHD’ê yên Enqereyê û Îzmîrê Nobeta Aştiyê dan destpêkirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Tukdogan got ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.
Şaxên ÎHD’ê yên Enqereyê û Îzmîrê Nobeta Aştiyê dan destpêkirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Tukdogan got ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi daxwaza “Em mafê aştiyê diparêzin, pêdiviya me bi aştiyê heye, em ji bo aştiyê di nobetê de ne” li avahiya şaxa xwe Nobeta Aştiyê dane destpêkirin. Endam û nûnerên HDP’ê, EMEP’ê, Alinterî, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û nûnerên gelek saziyên sivîl ên civakî tevlî nobetê bûn.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê di nobetê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a welat pirsgirêka Kurd e. Turkdogan, destnîşan kir ku divê pirsgirêk bê çareserkirin û got: “Di rojên pêş de divê pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd bîne bîra xwe. Krîza aborî her ku diçe kûr dibe û di her qadê de krîz heye.”
Ozturk, bilêv kir ku di şer de ciwan jiyana xwe ji dest didin û wiha pêde çû: “Divê pêvajoyeke aştiyê ya nû bê destpêkirin. Li ser HDP’ê hin nîqaş tên kirin. Hûn nikarin bêyî HDP’ê tiştekê bi dest bixin. Eger wisa berdewam bike wê Tirkiye winda bike. Rêya çareseriyê di aştiyê re derbas dibe. Divê vê herkes bizane. Me jî nobetên aştiyê ku ev hemû bên nîqaşkirin dan destpêkirin. Hevalên ku bên bahev, bila bi awayekî aşkere fikrên xwe bînin ziman. Em dikarin bêyî hev dû hedef nîşan bidin pirsgirêkan bi axaftinê çareser bikin. Divê bi partiya 3’emîn a mezin a Tirkiyeyê re zêdetir bê axaftin. Hûn nikarin bêyî partiyên Kurdistanî vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Ozturk got: “Hûn bi kê re şer bikin, divê hûn bi wî re aştiyê bikin Ji ber vê yekê divê demildest tecrîda li bên berdan. Divê gefa girtina li ser partiyên siyasî bê bidawîkirin. Divê aktivîstên mafên mirovan demildest bên berdan. Divê Tirkiye paşve vegere pêvajoya çareseriyê.”
Ozturk, herî dawî bi van gotinan bang li desthilatê kir: “Kesê tune nehesibînin. Divê atmosfereke ku her kes bikaribe bi awayekî azad ser Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê tên ragirtin bi dawî bibe. Divê girtiyên nexweş demildest fikrên xwe bîne ziman hebe. Aştî weke mafekî mirovî hatiye qebûlkirin. Li her dera cîhanê xwestin û parastina aştiyê mafekî xwezayî ye. Li Tirkiyeyê jî ji parastina aştiyê xwezayîtir tiştekî din nîne.”
Piştî axaftina Ozturk bi kesên hatin serdana nobetê re li ser aştiyê hate axaftin. Çalakiya nobetê wê heta saet 18.00’an bidome. Endamên ÎHD’ê wê her hefte roja înê di Nobeta Aştiyê de bên ba hev.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî li ber avahiya saziyê Nobeta Aştiyê da destpêkirin. Li salona ku nobet lê hatî kirin de pankarta li ser nivîsandî “Pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiyê heye. Em ji bo aştiyê di nobetê de ne” hat daliqandin. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û Endamê Komeleya Muxalîfên Leşker ên Darbeyên Leşkerî (ADAM-DER) Bahadir Altan û gelek kesên din tevlî nobetê bûn.
Rêvebirê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku ew dixwazin daxwazên xwe yên aştiyê hîn zêdetir bikin û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye, heta ku ev pirsgirêk çareser nebe aştî ne pêkane.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî got ku Tirkiye wê piştî pêvajoyek a 6-7 mehan bikeve pêvajoya hilbijartinê û da zanîn girînge ku di vê pêvajoyê de kê bi kê re tevdigere û têkildarî pirsgirêka Kurd rêyek bê dîtin.
Endamê ADAM-DER’ê jî Bahadir Altan ragihand ku fuzeya ku Yewnaniyekê avêtî F16’a Tirkiyeyê xist xwarê û got: “Pîlotê di hundirê wê de jiyana xwe ji dest da. Polîtîka wê demê nedixwest vê yekê bibîne. Îro qet nîne û bi hinceta fuzeya S300, F16 kîlît kiriye şer tê derxistin. Ev mînaka zelal e ku ev rewş ayîdê tercîha desthilatdariya siyasî ye.”