Li Cîdeyê bi çekê êrîşê karkerên Kurd hat kirin

Di êrîşa bi çek a li dijî karkerên Êlihî yên li Cîdeyê de karkerek hat qetilkirin, karkerek birîndar bû.

Li navçeya Cîde ya Kastamonûyê, Abdûrrahman Bîrgun (47) û Hamît Oran (33) ên avahiyek a 3 qatî boyax dikirin, rû bi rûyê êrîşa bi çek a xwediyê xanî Serhat O. bûn.

Karkerên dema li qata jêrzemîn a avahiyê cilên xwe ji xwe dikirin û li xwe dikirin rû bi rûyê êrîşa bi çek a xwediyê xanî Serhat O. bûn, bi xedarî birîndar bûn.

Karker Abdurrahman Birgun ê bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cîdeyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku tu xeteriya jiyanî ya Hamît Oran nîn e.

Serhat O. yê hat destgirkirin, piştî kirariyên wî yên li qereqolê sewqê edliyeyê hat kirin.