Sancar: Gelê Kurd ew ê vê desthilatdariyê efû neke

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, “Gelê Kurd wê hişmendiya desthilatdariyê ku hestiyên zarokên wan di kisîkan de dide destê malbatan, efû neke.”

Meclisa Partiyê ya HDP’ê ji bo ku polîtîka û nexşerêya xwe ya serdema nû ango pêşiya xwe diyar bikin, li Navenda Giştî ya HDP’ê civiya. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî û geşedanên dawî nirxand.

Sancar di destpêka axaftina xwe de qala mijara nîqaşên li ser HDP’ê tên kirin kir û wiha got: “Ya yekemîn, şêwaza desthilatdariyê ya nefretî û cihêkariyê li vî welatî bû sedema rûxandinê. Ev li ber çavên gelên me tên kirin. A duyemîn, yên ku li dijî partiya me nîqaşan dikin û gotinan ji partiya me re dibêjin, çi kesayet, çi partî û çi sazî dibin bila bibin, em dibêjin bila beriya ku gotinên sûcdarî têkildarî HDP’ê tînin ziman, bila ewilî biçin pêşberî eynikê û li xwe binêrin. Bila baş li eynikê binêrin, piştî tabloya ku bibînin bila gotinên xwe bihûnînin. A sêyemîn jî bila ewilî li desteka gel, hişmendî û bendewariyê binêrin. HDP bi piştgirtiya vî gelî meşa xwe ya azadiyê her ku diçe mezintir dike. Tevî hemû zilm û zordestiyê jî tevî hemû dorpêçkirinan jî milîmek ji meşa xwe paşve gav neavêtiye. Em bi hêsanî nehatin van deran. Me berdêlên pir mezin dan û em gihîştin van rojan. Em bi evîndariya îkbalê nehatin van deran, em bi berjewendiyên şexsî û partîgerî nehatin van deran. Em bi ked û berdêlên mezin ku me da em hatin vê merheleyê. Îro tevî hemû şert û mercên neyînî jî heke ku em dibin hêviya gel û gel dibe hêviya me, sedema wê ew e ku me di nava dilê gelê xwe de ava kiriye.”

‘EM Ê BI BIRYARDARÎ DI VÊ RÊYA XWE YA RAST DE BIMEŞIN’

Sancar got: “Yên ku bi awayek rêkûpêk di mijara desteka ji gel de wehd û dengên wan tune ne, derdikevin hikmê xwe nîşanî me didin” rexneyên xwe wiha anî ziman: “Tevî van hemû tiştan jî em ê rêya xwe şaş nekin û dest ji rêya xwe bernedin. Em ê bi biryardarî di vê rêya xwe ya rast de bimeşin. Ne provokasyon û ne jî operasyonên desthilatdarê û ne jî sorkirinên (tahrîk) hinek kesên din nikarin me ji rêya me veqetînin. Rêya me deriyê demokrasiye li vî welatî vedike. Rêya me dixwaze ji bo pirsgirêka Kurd zemîna çareseriyê biafirîne. Em dixwazin jiyanek wekhev û bi rûmet ji bo her kesê li vî welatî dijîn ava bikin. Em ew partî ne ku herî ewilî me eşkere ka dê çawa di rêya xwe de bimeşe. Em di wê ferqê de ne, hilbijartin tê nîqaşkirin, pozisyona HDP’ê di rojeva her kesî de ye. Çimkî meşa me ya bi biryardar û bi bawer, destekek xurt a gel diafirîne. Her kes dizane ku ev hilbijartina pêşiya me çiqas girîng e.”

‘TIFAQA KED Û AZADIYÊ’

Sancar bal kişand ser helwest û belgeya ku têkildarî hilbijartinê sala par bi raya giştî re parve kir û destnîşan kir ku ew helwesta wan ku eşkere kir hê jî berdewam dike û ew ê dest ji deklarasyona xwe bernedin û wiha dewam kir:  “Em dibêjin em ê di hilbijartinên pêş de pergala derew, talan û xwînê biguherînin. Ji ber vê çendê me banga xwe ya ji bo diyaloga vekirî û muzakereyên rasterast di warê hilbijartina serokomariyê de kiriye û em dubare dikin. Lê em careke din balê bikişînin ser; Muxatabê vê bangê di esasê xwe de gelên Tirkiyeyê, tevahî civak e. Beriya her tiştî gelê mazlûm, derbeder, yê paşguhkirî ye. Em dizanin ku gel vî dengî dibihîzin. Tirkiye dibîne ku ev têkoşîna bi biryar û dilsoz a bi civakê re wê derkeve holê. Yê ku ji xeynî vê rêyekê bişopîne û hewl bide tifaqa demokratîk a ku bi HDP’ê û gelê Kurd re ku motora vê tifaqê ye ji nedîtî ve bê û tine bike, wê di wijdanê gelên Tirkiyeyê de rastî şermezarkirineke mezin bên.”

 ‘ EM DIXWAZIN VÊ PERGAL Û DESTHILATDARIYÊ BIGUHERÎNIN’

Em dixwazin vê pergal û desthilatdarê biguherînin. Lewma em bi berpirsiyarî tevdigerin. Em di ferqa hêza xwe de ne. Em dizanin ku partiya xwedî rola herî girîng a vê hilbijartinê partiya me ye. Bila her kes baş bizanibe ku em di ferqa her tiştî de ne û hesas tevdigerin. Çimkî li hemberî gel bepirsiyariya me heye. HDP ji bo hemû aliyan û kesên kêm tên dîtin, bi berpirsiyarek mezin tevdigere.

 ‘HELWESTA HEVALA ME SEMRA GUZEL SEKNA GELÊ KURD NÎŞAN DA’

Ev desthilatdar zilmê li xelkê dike. Welat talan kir û teslîmî çeteyan kirye. Tundiyek bêsînor li ser Kurdan pêk tîne. Ev desthilatdar zilma xwe derxistiye asta herî jor. Ew kîsikê di destê mamê Alî Riza de wê ji bîra vî welatî dernekeve. Wê ev gel di serî de vî desthilatdara ku hestiyên zarokên wan di kisîkan de dide destê malbatan efû neke. Em dixwazin vî welatî ji dojeha miriyên bêgor derxînin. Bila mirin bi dawî bibin û aramî serdest bibe. Ev desthilatdar zilma xwe didomîne. Ew difikire ku wê gelê Kurd bitepisîne, serê gelê Kurd bitewîne lê xwe dixapîne. Ne gelê Kurd û ne jî HDP wê serê xwe li ber kesî netewîne. Helwesta hevala me Semra Guzel sekna gelê Kurd nîşan da.”