OHD: Girtîgeh bûne navendên êşkenceyê
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan û diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên êşkenceyê.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan û diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên êşkenceyê.
Şaxa Amedê ya OHD'ê têkîldarî rewşa girtiyên nexweş li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê.
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Înîsiyatîfa 78'an Şaxa Amedê û gelek parezer tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Rêvebera Şaxa Amedê OHD’ê Adîle Salman ve hat xwendin.
Salman diyar kir ku binpêkirina mafên bingehîn ên li girtîgehên ku ev demeke dirêj e di rojeva raya giştî de ye û mirina bi guman a di sala dawî de Tirkiye lekeyek reş di dîroka girtîgehê de hiştiye û got: “Dema ku daneyên berdest û raporên ku ji hêla Rêxistinên Sivîl ve di seranserê salê de têne weşandin bi hev re dema têne nirxandin; em ji aştî, edalet, wekhevî, azadî, parastina rûmeta mirovan, tenduristî, mafê jiyanê û nîzama demokratîk a ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de wê misoger bike, dûr dikevin. Mixabin encamên herî neyînî yên vê yekê di girtîgehan de tên jiyîn, ev jî bi berdewamiya rewşa girtiyên nexweş û mirina girtiyan bi awayekî eşkere nîşan dide.”
‘GIRTÎGEHÊN LI TIRKIYEYÊ BÛNE CIHÊN ÊŞKENCEYÊ’
Salman destnîşan kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê bûne cihên êşkenceyê ku her cure pêkanînên dijmirovî û biçûkxistinê, bi taybetî binpêkirina mafê jiyanê lê tê kirin û wiha domand: “Girtî ji binpêkirina mafê jiyanê bigire heta êşkenceyê, ji gihandina xizmetên tenduristiyê bigire heta pêkanînên otorîter bi binpêkirinên giran re rû bi rû ne. Rewşên girtiyên nexweş ku bi salan e di rojevê de ye lê ji bo çareseriyê tu gav nehatine avêtin û di serî de jî yek jê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Li gorî daneyên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de hatine tespîtkirin; di nava girtiyên nexweş de yên herî giran jî nexweşên penceşêrê ne, yên bi nexweşiyên kronîk, nexweşên pişikê, nexweşên dil, nexweşên şekir û tansiyona xwînê, kal û pîr û kesên ku ew qas nexweş in ku nikarin bi tena serê xwe bijîn hene. Mixabin Wezareta Dadê li hember hemû bangên ji bo serbestberdana girtiyên nexweşên giran, bi taybetî di dema pandemiyê de bêdeng ma. Ji ber vê sedemê biryarên ku ji bo hin girtiyên nexweş nayên girtin an jî dereng tên dayîn jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê, lê yan ji girtîgehan tabût derdikevin yan jî girtî piştî ku tên berdan demek kurt de jiyana xwe ji dest didin.
‘DI SALA 2022’AN DE 50 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN’
Weke ku ji serlêdanên sûc ên Emel Haceroglû ya li Girtîgeha Jinan a Amedê jî tê fêmkirin; ji ber dereng rakirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin ê ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê derketibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha agahiyên mirina gelek girtiyên din ên weke Zulfû Yildirim ê ji Girtîgeha Elezîzê, Bazo Yilmaz ji Girtîgeha Rihayê, Mehmet Candemîr ê ji Espiye Tîpa L ya Gîresûnê hatin girtin. Daneyên li ser agahiya mirina 50 girtiyên nexweş tenê di sala 2022’an de, mînaka herî berbiçav a kêmasiya biryarên ku di derbarê girtiyên nexweş de nehatine dayîn an dereng mane ye.”
Salman di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Edaletê kir û wiha got: “Tevî gelek caran serlêdanên taloqkirina înfazê, daxuyanî û rojeva raya giştî jî, girtiyên nexweş ên giran tevî hemû serlêdanan nayên berdan û bi vî rengî di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de mafê hemû girtiyên nexweş tê binpêkirin. Li vir careke din em bi bîr tînin ku; di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de, binpêkirinên giran ên mafan ên li ser hemû girtiyên li girtîgehan, bi taybet girtiyên nexweş tên kirin, divê demildest bên rawestandin û ji bo rê li ber berdana wan bê vekirin, tevdîrên pêwîst bên kirin. Divê hem hêzên siyasî hem jî desthilatdarî tevbîrên pêwîst bigirin û ji bo nirxandina daxwazan beriya ku pirsgirêkên tenduristiyê yên giran û mirin çêbibin, bikevin nava tevgerê. Em bang li Wezareta Dadê, hiqûqa neteweyî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan dikin ku ji bo li ser esasê maf û azadiyên bingehîn nêzî pirsgirêkan bibin û li gorî wê daxwazên girtiyan binirxînin û çareser bikin.”