3 girtiyên din jî tev li greva birçîbûnê ya Girtîgeha Kiriklarê bûn
Koma duyemîn jî tev li çalakiya greva birçîbûna yê bêdem û dorveger bû ku girtiyên nexweşên giran ên di Girtîgeha Kiriklarê de lê dewam dikin.
Koma duyemîn jî tev li çalakiya greva birçîbûna yê bêdem û dorveger bû ku girtiyên nexweşên giran ên di Girtîgeha Kiriklarê de lê dewam dikin.
Girtiyên nexweş Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên di Girtîgeha F ya bi Hejmar 2 ya Ewlehîbilind a Kiriklarê de, 28’ê Tebaxê ragihandibûn ku wan li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiriye. Îro jî girtî Îbrahîm Tîkan, bi nameya ku xizme xwe re şand,da zanîn ku koma duyemîn a Behram Sagdikî û Mehmet Farûk Araz jî di nav de 5’ê Îlonê tev li grevê bûye.
‘BINPÊKIRIN BERDEWAM IN’
Ji ber ku her girtiyek di odeyek a cuda de lê 3 girtiyên nexweş di heman odeyê tên girtin, ser cihê hewadarkirinê bi têlan hatibûn girtin, werziş û çalakiyên civakî hatibûn sînordarkirin girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Girtiyan ragihand ku ev pêkanînên Midûrê Yekemîn ê Girtîgehê yê Berê Haydar Alî Ak anîne berdewam in, ji ber ku destûra midûrê girtîgehê yê nû ye pirsgirêk çareser nabin û bang li civakê kirin ku hestyar bin da ku çalakî neyê merheleya jidestdayîna jiyana xwe.
Girtiyan got ku heke şert û merc baş nebin wê koma sêyemîn jî roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê bike.