Dayîka Emîr Karakûm banga hestiyariyê kir

Emîr Karakûm ê bi mehan e li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, bi daxwaza darizandina edlî û li dijî êşkenceyên sîstematîk yên gardiyanan 3 meh in dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye.

Bi desthilatdariya AKP-MHP’ê li girtîgehan her curê binpêkirinên mafan, êşkence û pêkanînên kêfî bê navber didomin. Girtiyên siyasî ji bo dengê xwe bidin bihîstin dest bi grevên birçîbûnê dikin. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Emîr Karakûm ê 30 salî ye. Karakûm li Girtîgeha Tîpa T a Bafra a Samsûnê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û bi awayekî sîstematîk ji aliyê gardiyanan êşkence li wî tê kirin.

Emîr Karakûm li dijî pêkanînên bêhiqûq û derveyî mirovahiyê 99 roj in di greva birçîbûnê de ye. Têkîldarî mijarê dayîka Karakûm, Birsen Karakûm ji ANF’re axivî.

‘HER TIM ÊŞKENCE LI KURÊ MIN TÊ KIRIN’

Karakûm diyar kir ku tevî ku tu delîlên şenber derbarê kurê wê de tuneye jî, bi îfadeya şahîdê nepen di 6.12.2021’an de hatiye girtin û ew birine li Girtîgeha Tîpa T a Bafra a Samsûnê. Karakûm anî ziman ku bi hinceta ku qawîşa siyasî tuneye, kurê wê di hucreya yek kesî de digrin. Karakûm destnîşan ku ji roja destpêka girtina kurê wî ve êşkence li wî tê kirin û got ku bi lêgerîna tazî li wî ferz kirine û di 5 mehên di destpêkê de ji bo behnstandinê tenê saetek derketiye. Dayîk Karakûm diyar dike ku li dijî van pêkanînên kêfî gelek caran daxwazname daye û wiha dibêje: “Dema ez di  26’ê Nîsana 2022’an de çûm serdana kurê xwe, di rûyê wî de şopên lêdanê hebûn. Pozê wî werîmî bû û lamên wî şîn bibûn. Dema min pirs kir bê ka çi bûye, got ku beriya rojekî (25’ê Nîsanê) di dema lêgerînê de 8 gardiyan êrîşê min kirine. Diyar kir ku tevî serê wî gêj bûye jî, dîsa jî ew nebirine nexweşxaneyê û li şûna vê wî birine revîrê û li pêş bijîjkê êşkence li wî kirine. Li ser vê min û hevsera xwe xwest bi midûrê girtîgehê re biaxivin, lê nehat qebûlkirin.”

Karakûm ku piştî hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bafrayê daye û diyar kir ku piştre kurê wî birine nexweşxaneyê lê, bijîjk rapora ‘şopên lêdanê tuneye’ amade kiriye û wiha dibêje: “Di meha Tirmehê de hevdîtina me ya girtî hebû lê, hîn ne qediyabû gardiyanek hat û hevdîtin bi dawî kirin. Li ser vê min nerazîbûn nîşan da û me 5 deqîqeyên din jî hevdu dît. Lê piştî ku ez bi rêya telefonê li gel Emîr axivîm, ez hîn bûm ku yek jî gardiyanan ku êşkence li kurê min kirine ew bûye.”

‘KURÊ MIN JI 67 KÎLOYÊ DAKET 53 KÎLOYAN’

Karakûm diyar kir ku dosyaya kurê wê li Stenbolê ye û li ser vê gelek caran xwestine wî sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê bikin lê, daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Karakûm anî ziman ku îdianname ya kurê wî divê di meha Îlonê de derketiba lê hin jî ne amade ye. Karakûm destnîşan kir ku kurê wê di 6’ê Hezîrana 2022’an de weke çareseriya dawî bi daxwaza darizandina edlî dest bi greva bêdawî û bêdorveger kiriye û ragihand ku tevî vê jî pêkanînên kêfî û êşkenceyên li dijî wî dawî nebûne.

Karakûm da zanîn ku ev 9 meh in serî li Wezareta Edaletê û Dozgeran didin lê, dengê wan naye bihîstin û wiha got: “Nexweşiyên min ên tansiyon û şekir hene lê, ji bo kurê xwe min dev jî xwe berdaye. Ez tenê dixwazim kurê xwe ji wê derê derxînim. Ewlehiya wî ya jiyanê tuneye. Kurê min dixwaze demildest îdianameyê wî bê amadekirin, darizandinek edlî bê kirin û dawî li êşkenceyan bên anîn.”