Dayîkên Şemiyê ji bo kesên di darbeya 12’ê Îlonê de hatine windakirin li hev civiyan

Dayîkên Şemiyê ji bo kesên di darbeya 12’ê Îlonê de hatin windakirin li hev civiyan û banga hesappirsînê kirin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza faîl bên dîtin û darizandin di hefteya 911’emîn de li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li hev civiyan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser mirovên di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi darê zorê hatine windakirin.

Daxuyaniya vê hefteyê xwîşka Hayrettîn Eren ê di darbeya 12'ê Îlona 1980'an de hat windakirin, Îkbal Eren xwend. Eren destnîşan kir ku wan mirovên di êşkencexaneyên heyama darbeye de hatine windakirin ji bîr nekirine û di pêvajoya wê darbeya 12’ê Îlonê de jiyan, rûmet, maf û azadiya mirovan di bin piya de hat eciqandin.

Eren bi bîr xist ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de sûcên giran hatine kirin û got: “Wisa bûye ku welat ji darbe û rewşên awarte teşe girtiye. Ev dike ku mafê mirovan, demokrasî û hiqûq û mafê çandî bên astengkirin.”

 ‘42 SAL IN EDALET PÊK NEHATIYE’

Eren da zanîn ku li Tirkiyeyê tu demê darbekaran ji ber kirinên xwe hesab nedane û wiha got: “Darbeya 12’ê Îlonê nehatiye hevrûkirin, hesabê wê nehatiye dayîn û birînê wê ku nehatin kewandin rê li ber ‘travma civakî’ vekir û ev travma di nava civakê de ma. Cemîl Kirbayir, Mahmut Kaya, Huseyîn Morsumbul, Nurettîn Ozturk, Zekî Altunbaş, Hayrettîn Eren, Nurettîn Yedîgol, Suleyman Cîhan, Mustafa Hayrullahoglû û Maksut Tepelî di îşkencexaneyên 12’ê Îlonê de hatin windakirin. Eren, Sulyeman, Cîhan û Hayrullahoglû li goristanên bêkesan hatin veşartin lê ji windakiriyên din tu xeber nehat girtin. 42 sal in edalet pêk nehatiye. Zîhniyeta ku darbekar û kujerên 12’ê Îlonê bêceza hiştin, îro jî li ser kar in. Em ê windakiriyên xwe ji bîra nekin û em ê kujeran jî efû nekin. Em her kesî vedixwînin bi 12’ê Îlonê re hevrû bibe û hesab ji darbekaran bixwaze.”