ROJANE
Hemû Nûçe
-
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Li gorî hikumeta Elman nabe ku Erdogan bê darizandin
Hikumeta Elman, têkildarî giliyê ku ji ber komkujiyên li Cizîr û Şirnexê yên sala 2016'an li dijî Erdogan û rêveberên wê demê hate kirin got, "Ji ber ku mafê destnedanê heye, nabe ku doz li Erdogan bê vekirin." -
ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çar girtî bi lez û bez hatin sirgûnkirin
Girtiyên bi navê Mehmet Aytûnç Altay, Hasan Yildiz, Suat Încedere û Eren Yildiz ên li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'ê di heman hucreyê de bûn, duh nîvê şevê bi lez û bez sirgûnî girtîgehine din hatine kirin. -
Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin!
Di çalakiya malbatên girtiyan ya li Îzmîrê de gotin: “Divê deriyên Îmraliyê vekin. Hûn nikarin Kurdan biqedînin. Mifteya aştiyê di destê me de ye”. -
Rêxistinên hiqûqê ji bo girtiyên nexweş çalakî kirin
Rêxistinên hiqûqê yên Enqereyê anîn ziman ku divê Sîbel Balaç ku di çalakiya rojiya mirinê de ye demildest bê berdan û bal kişandin ser girtiyên nexweş ên li Îzmîrê. -
Banga ji Amedê: Em xwedî li berxwedana li Rojhilat û Îranê derkevin
Xebatên Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd berxwedana li Rojhilat û Îranê silav kirin û bang li hemû hêzên neteweya demokratîk kirin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sancar: Em ê xwedî li mîrateya Apê Mûsa derkevin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, aşkera kir ku bêcezahiştin li Tirkiyeyê polîtîkayeke dewletê ye û got: “Em ê mîrate û dengê Apê Mûsa her dem bidin jiyankirin.” -
Ji bo jinên li Îranê li ber xwe didin çalakiya piştevaniyê
Koma Demîr Leblebî ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, hatin ba hev û gotin: “Em li ber xwe didin, ji ber ku êdî jiyan bûye berxwedan bi xwe." -
Doza Mûsa Anter bi hinceta demboriyê hat betalkirin - HATE NÛKIRIN
Dadgeha Tirk biryara xwe ya derbarê doza qetilkirina rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Anter de aşkera kir. Dadgehê diyar kir ku doz ketiye ber demboriyê û biryara betalkirina dozê da. -
Malbatên girtiyan li dijî tecrîdê banga têkoşînê kirin
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan, li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin. -
‘Hikumet, Saziya Tipa Edlî û rêveberiyên girtîgehan berpirsên jiyana girtiyan in’
Gelek rêxistinên mafan di civîna çapemeniyê ku li Enqereyê saz kirin de bal kişandin ser binpêkariyên di girtîgehan de diqewimin û diyar kirin ku berpirsên jidestdayîna jiyana girtiyan daraz, rêveberiyên girtîgehan, Saziya Tipa Edlî û Wezareta Edaletê ne. -
Cezayê girtîgehê li rojnamevan Esen hate birîn
Li Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin destgîrkirin
Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kir. Kesên hatin destgîrkirin destê wan ji pişt ve hatin kelepçekirin. -
Schmîdt: Divê CPT dîsa biçe serdana Îmraliyê û YE jî bang bike
Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmîdt diyar kir ji bo şertên girtîbûnê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were başkirin divê Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bang bike. -
Tifaqa Ked û Azadiyê wê ‘Nexşerêyê’ bi girseyî aşkere bike
Tifaqa Ked û Azadiyê, wê Nexşerêya xwe herî kêm bi tevlêbûna 10 hezar kesan 24’ê Îlonê aşkere bike. -
ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Temel: HDP partiya yekane ya hêviya gelan e
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, di civîna bi gel re ya li Bodrûmê de axivî û got: “HDP, tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye.“ -
Hunermend Çat ê bi Kurdî stran got hate destgîrkirin
Di şahiya gel a HDP’ê de Kadîr Çat derket ser dikê û ji ber ku bi Kurdî stran got, hate destgîrkirin. -
RSF: Demborîna doza Anter bû sedema fikrên mezin
Rûniştina doza nivîskarê Kurd Mûsa Anter wê sibê bê dîtin û dibe ku şandeya dadgehê bi hinceta demborînê dozê bigire. RSF’ê anî ziman ku demborîna dozê wê zêdetir zirarê bide azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê. -
Cenazeyê gerîla Mahsûm Ozer piştî 7 salan hate radestkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Ozer ê di sala 2015’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Dêrsimê de şehîd bû, piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Mahsûm Ozer li goristana Dogançay hate veşartin. -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin. -
‘Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir dibe’
Malbatên di Nobeta Edaletê de gotin ‘Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj zêde dibe.”