Dozger roja 19’ê Îlonê bi telefonê agahî da malbata gerîlayê HPG’ê Mahsûm Ozer ku dikarin cenaze bigirin.
Malbatê îro li Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê (ATK) bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” cenazeyê gerîla Ozer girtin.
Parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Mûsa Pîroglû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civakî û gelek kes bi malbatê re cenaze girtin û piştre tevlî merasîmê bûn.
Li Goristana Dogançay a girêdayî navçeya Bayrakliyê, piştî merasîmê cenazeyê gerîla Mahsûm Ozer bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate veşartin.
Malbata Ozer wê sersaxiyan li mala xwe ya li Bayrakliyê qebûl bikin.