Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Bi heman daxwazê malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî serî li Midûriyeta Saziya Cezayê Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serlêdan dikin. Serlêdan yan bi awayekî keyfî tên redkirin yan jî bêbersiv tên hiştin. Di salên dawî de bi mehan piştî serlêdanan ji malbat û parêzeran re “cezayê dîsîplînê” wekî hincet tê nîşan dan.
Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.