TEV-DEM: Em xwedî li berxwedana li Îran û Rojhilat derkevin
TEV-DEM’ê ji bo xwedîlêderketina berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir.
TEV-DEM’ê ji bo xwedîlêderketina berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro derbarê çalakiyên protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da û qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
“Tiştê ku desthilata dîktator a Îranê pê radibe wekî siyasetên zordest û hovane ji bo qirkirina çandên exlaqî û desteserkirina wan bi rêbazên cuda û bi bihaneyên dûrî nirxên mirovî û exlaqî ye. Tenê ji ber ku çend tayên pora Jîna Emînî xuya bû, saziyên rejîma melayan a Îranê tehemûl nekir û li pêş çavên her kesî îşkence lê kir û qetil kir.
Qetilkirina jinan bi vê rêbaza hovane tê wateya qetilkirina ruhê jiyana azad, ji ber ku jin ruhê jiyana exlaqî û rûmet civakî, çandî û mirovî temsîl dikin.
Qetilkirina Jînayê bi vî rengê hov îsbat kir ku rejîma Îranê siyaseta nîjadperestî û înkarê didomîne û hemû nirxên civakî û çandî, nexasim taybetiyên jinan bin pê dike. Armanc ji vî sûcî, di şexsê Jîna Emînî de derbekirina îradeya jinên bihêz û azad e ku hêza xwe ji felsefe û berxwedana jina hemdem digire ya ku teror li herêmê têk bir. Ji lew re, Jînayê xwest bendên koletiyê yên ku rejîma zordest a Îranê li dijî jinan ferz dike, bişikîne. Tu ferqa rejîma Îranê ji rejîma faşîst a Tirkiyeyê nîn e û ji bo şikandina vîna gel û civakan gelek lihevkirinên wan ên veşartî li herêmê hene.
Jîna Emînî bû sembola têkoşîneke nû ku hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê li ser serê rejîma Îranê kirin dojeh. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî xwepêşandanên mezin li dar xistin. Ev destpêka şoreşeke nû ya bi pêşengiya jinan a li erşê rejîma melayan a Îranê hejand û durûtiya nîjadperest a Îranê û hêzên wê yên ewlekariyê bi hemû şaxên wê yên terorî teşhîr kir ku bêyî cudahiyê bixin nava mezin û biçûkan guleyan berdidin xwepêşandêran û wan dikujin.
Em bang li tevahî gelê Kurd û hemû gelên Îranê, hêzên siyasî û nîştimanî û rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî yên jinan ên li herêmê bi giştî û Rojhilatê Kurdistanê dikin ku piştgiriyê bidin îradeya gelên Îranê yê serhildêr ya bi pêşengiya jinan ku li dijî sûcên qirkirinê yên rejîma Îranê li dijî îradeya civakan têdikoşin.”