Avahiya navçeyê ya AKP’ê û 5 wesayîtên polîsan hatin şewitandin
Înîsiyatîfa Jinên Tirêjên Rojê ragihand ku avahiyeke navçeyê ya AKP’ê û du mînîbusên servîsê û sê wesayîtên luks ên polîsên faşîst ên teqawid dane ber agir.
Înîsiyatîfa Jinên Tirêjên Rojê ragihand ku avahiyeke navçeyê ya AKP’ê û du mînîbusên servîsê û sê wesayîtên luks ên polîsên faşîst ên teqawid dane ber agir.
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku 4’ê Cotmehê li navçeya Sapanca ya Sakaryayê, du mînîbusên servîsê yên avahiya AKP’ê ya navçeyê û li taxa ku bi piranî faşîst lê dijîn, şewitandine.
Înîsiyatîfê da xuyakirin ku 3’yê Cotmehê li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê, 3 wesayîtên luks ên polîsên teqawîdên faşîst ên AKP’yî li Taxa Selîmpaşa şewitandine.
Înîsiyatîfê ev tişt li daxuyaniya xwe zêde kir: ‘’Me ev çalakiyên xwe li dijî komploya navneteweyî ya berpêyî Rêber Apo, pêk anîne.’’
Înîsiyatîfê komplo şermezar kir û wiha got: ‘’Bila baş bê zanîn ku heabê ve komploya li ser Rêber Apo, wê ji we dewleta faşîst a TC’yê û hêzên hegemon ên kapîtalîst bê xwestin.’’