Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê hefteyê 2 caran ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe re pêk bînin serlêdan kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan ku 18 mehin tu agahî jê nagirin serlêdan kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Saziya Înfazê ya Cezayê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran daxwaz dikin ku hefteyê du caran bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînin. Lêbelê, serlêdanên ji bo hevdîtinan bi awayekî sîstematîk bêbersiv têne hiştin. Di hin rewşan de, bi mehan şûnde, weke hincet dayina cezayê dîsîplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd, ji parêzeran re tê nîşandan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin hatiye qutkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin. Ji wê demê ve hevdîtina parêzeran bi muwekîlên xwe re tê astengkirin.