ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Rojnamevanên jin wê li ser rêya Gûrbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel bi biryardarî bimeşin. Weke milîtanên jin, em ê têgihiştina Nagîhan mezin bikin, têkoşîna xwe geş bikin û bi vî rengî xwedî lê derkevin.
- Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, li qada navneteweyî hewldan dewam dikin.
- Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku mafê axaftinê yê Abdullah Ocalan hatiye desteserkirin û got, "Dijminatî jî pîvanê xwe heye. Li gorî hiqûqa dijminatiyê jî tevnagerin."
- Aktîvîsta TJA'yê Halîme Bayram anî ziman ku qetilkirina Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel hinceta ji bo raperînê ye û got, "Em ê raperînê li her qadê mezin bikin."
- Eger em dengê xwe bilind bikin, wê mirovên xwedî wijdan qezenç bikin. Gerîla jî bi hesta berpirsyarî û vê wijdanê têdikoşin. Eger em wijdanê xwe bi wijdanê gerîla re bikin yek, serketin wê ya gelê welatparêz be.