Sancar: Çareserî rêya sêyemîn e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Qersê axivî û diyar kir ku Komara ku wê bikeve sedsala duyemîn, wê bi rêya sêyemîn demokratîk bibe û got: “Divê tifaqa HDP'ê jî mezin bibe.“

Bernameya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar a li Qersê berdewam e. Sancar, piştî nîvro bi gel û dikandaran re hat ba hev. Sancar guhdariya derdên dikandaran kir û anî ziman ku çareserî rêya sêyemîn e. Sancar, piştî serdana gel kir, çû otela ku wê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakê yên sivîl re bê ba hev. Li salona ku wê hevdîtin bê kirin, ji xeynê alên HDP’ê, pankartê li ser “Me soz daye gel, çareserî em in“ nivîsandî hat daliqandin. Sancar li vir axivî û got: “Qers, cihekê taybet e. Çand, bawerî, gel bi hev re bi aştî lê dijîn. A rast hedefa me ya ji bo Tirkiyeyê ya siberojê ev e. Niha em rû bi rûyê rejîmeke yekperest û otorîter in. Em bi baweriya avakirina komareke demokratîk têdikoşin.“

‘ÇAVKANIYÊN WELAT PÊŞKÊŞÊ ÇEND ALÎGIRÊN XWE DIKIN’

Sancar bal kişand li ser krîz û xizaniya li welat û wiha pê de çû: “Komek dewlemend, dest didin ser para mezin a çavkaniyên Tirkiyeyê. Ji sedî notê gel di nav xizanî û sînorê birçîbûnê de dijî. Aborî hilweşiyaye. Bedelê krîzê, kedkar û xizanên bi keda xwe debara xwe dikin, didin. Çavkaniyên welat pêşkêşê çend alîgirên xwe dikin. Ciwan ji Qersê bar dikin. Sedema ku salên dawîn koçberî zêde bûye, ew e ku gel nikare li ser axa xwe debara xwe bike.“

‘JI BO BÊDENGKIRINA CIVAKÊ TIŞTÊ JI MILÊN WAN TÊ DIKIN’

Di berdewama axaftina xwe de Sancar, hehsa “Yasaya Sansorê“ ku li meclîsê tê guftûgokirin jî kir û wiha got: “Dest didin ser azadiya mirov, pêşniyaznameya destpêkê yasaya sansorê ye. Bi nêzbûna hilbijartinan, desthilatdarî ji bo xurtkirina rejîma xwe ya yekperest û zextker, tiştên ji milên wê tê dike. Bi ya me, em ji van krîz û rewşa zor a welêt dikarin bi polîtîkayeke baş û bi alternatîfên rastîn derbikevin. Ji wê boneyê me pêdivî bi hêzên demokrasiyê yên herî berfereh heye.“

‘CIVAK NE MEHKÛMÊ ÇEND VEBIJERKÊN DIYAR E’

Sancar destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê ku HDP’ê ava kiriye, ne bi tenê ji bo hilbijartinan e û wiha dom kir: “Divê em alternatîfên rastîn ên çareseriyê çêbikin. Em naxwazin civakê mehkûmê çend vebijêrkan bikin. Ji wê boneyê me pêdivî bi bernameyên ji bo çareseriyên mayînde heye. Em bi vê armancê bi rê ketin. Sedema herî giring a pirsgirêkên em rû bi rû ne, hewildana çareserkirina pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer e. Daxwaza me, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk e. Rêya çareseriyê di siyaseta demokratîk re derbas dibe.“

‘RÊYA SÊYEMÎN‘

Sancar bilêv kir ku Komara dikeve sedsala xwe ya duduyan, divê demokratîk bibe û ji wê boneyê têkoşîna bi hev re divê û ev tişt got: “Polîtîkayên şer, sedema hilweşîna aboriyê ne jî. Aştî, ne bi tenê ji bo rawestandina çekan e. Ji bo avakirina pergaleke demokratîk bi aştî, wekhevî û bi awayekê azad e. Divê em hemû wek welatiyên wekhev û azad ên vî welatî bijîn. Ev jî bi geşkirina têkoşîna ji bo demokrasiyê û bi anîna ba hev a hêzên xwe pêkan e.“ 

‘EM Ê RÊYA XWE BI HEV RE DIYAR BIKIN‘

Sancar, li ser hilbijartinan jî axivî û herî dawî got: “Di der barê hilbijartinan de spekulasyon tên kirin. Em ê rêyeke çawa bidin ber xwe, me bi danezana xwe ya salek berê jî da zanîn. Lê dîsa jî hilbijartin jî di nav de, di çêkirina nexşerêyê de em ê teqez bi gel, saziyên civakî yên sivîl û rûspiyên civakê bişêwirin. Rêbaza me ya bingehîn şêwir e. Girtina pêşniyaz û dîtinên gel e. Guhdarî kirina li rexneyên wan e. Em ê rêya xwe bi hev re diyar bikin. Hêviya me ew e ku em ê tifaqa herî berfireh çêbikin.“