Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 17 meh in agahî jê nayê girtin, serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihand ku ev hevdîtin di nîvî de hatiye qutkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.