Tifaqa Ked û Azadiyê wê sibê dest bi Meşa Cûdiyê bike

Tifaqa Ked û Azadiyê û saziyên ekolojiyê diyar kirin ku dar, axa, çiya û rûbarên li Kurdistanê ne bi tenê ne û gotin ku ew ê li dijî talana xwezayê ya li Şirnexê tê kirin sibê têkevin rê.

Tifaqa Ked û Azadiyê ku Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Malên Gel (Halkevlerî), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst di nav de cih digirin û Yekîtiya Ekolojiyê, li Îskeleya Kadikoyê têkildarê Meşa Cûdiyê ku wê 17'ê Îlonê li dijî talankirina xwezaya Şirnexê bi dirûşmeya "Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin" bê lidarxistin, daxuyanî dan. Gelek siyasetmedar, xwezaparêz, saziyên ekolojiyê û aktivîst tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Li Şirnexê xweza tê talankirin" û "Tev li karwanê Mezopotamyayê bibe, santralên termîkê bigire" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Daristan û çem ne sermiyan in" hat berzkirin.

‘EM LI DIJÎ TALANKIRINA EKOLOJIYÊ BI RÊ DIKEVIN'

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Malên Gel Nevrûz Tûgçe Ozçelîk diyar kir ku ew ê tevî jînparêz û xwezaparêz û ekolojîst, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk bi rê bikevin. Ozçelîk wiha bang kir: "Em li dijî talankirina xwezaya Şirnex, Farqîn, Amed û Mêrdînê bi rê dikevin.  Ji bo em bibêjin dar, ax, çiya û çemên Kurdistanê ne bi tenê ne, em bi rê dikevin. Em careke din her kesî vedixwînin meşê."

‘HER TIŞT VEGUHERÎ SERMIYAN'

Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Mûzaffer Asma jî diyar kir ku polîtîkayên xalîkirina herêmê ji mirovan ji dema Şêx Seîd heta niha veguherîne talankirina xwezayê û wiha got: “Ji bo em balê bikişînin ser vê herêmê em diçin. Em bang li raya giştî jî dikin ku hestyar be di vî warî de."

TÊKOŞÎN LI DIJÎ TALANKIRINÊ

Li ser navê Tifaqa Ked û Demokrasiyê Ûtkû Şahîn daxuyanî xwend. Şahîn bal kişand ser hêzên sermayedar ên li Tirkiyeyê û got ku ji bo sermayeya xwe zêdetir bikin berê xwe didin xwezayê. Şahîn destnîşan kir ku di serî de Şirnex li gelek cihên herêmê bi hinceta şer bi salan e daristan tên qirkirin û got: "Lewma em ê piştgiriya meşa 17'ê Îlonê bikin. Em rêxistinên ekolojiyê û aktivîstên ekolojiyê ji bo tev li meşê bibin em ê 16'ê Îlonê ji Stenbolê bi rê bikevin. Em ê bi hev re li her derê li dijî talankirina ekolojiyê rabin û bi hev re vê rewşê biguherînin."

Şahîn bi lêv kir ku li Gabar, Besta û Cûdiyê 2 sal in bi awayekî bêkontrol dar tên birîn û da xuyakirin ku 7 mehên dawîn zêdetirî ji sedî 8'ê daristanan hatiye tunekirin û wiha pê de çû: "Em ê dest ji kesên vî sûcî dikin bernedin û ji bo bên darizandin çi ji destê me bê em ê bikin." 

Şahîn, di dawiya daxuyaniyê de her kesî vexwend meşa ku wê 17'ê Îlonê ber bi Çiyayê Cûdiyê ve bê lidarxistin û got: "Xwedîderketina li pêşeroj, ax, av û daristanên xwe parçeyekê têkoşîna mirovahiyê ye. Em ê bi têkoşîneke hevpar vê rewşê biguherînin."