Doza Mûsa Anter: Taloqî rojek piştî dembihurîna dozê hate kirin!
Rûniştina doza Mûsa Anter taloqî rojek piştî dembihurîna dozê hate kirin.
Rûniştina doza Mûsa Anter taloqî rojek piştî dembihurîna dozê hate kirin.
Nivîskarê Kurd Mûsa Anter di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê hatibû qetilkirin. Doza derbarê qetilkirina Mûsa Anter, tevî Doza Sereke ya Jîtemê doza qetilkirina Ayten Ozturk a ku ji aliyê Mahmût Yildirim ê bi navê ‘Yeşîl’ hatibû qetilkirin, bûbû yek. Rûniştina biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Enqereyê hate kirin.
Dîcle Anter ê ku kurê Mûsa Anter e, parlementerên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Kemal Pekoz, parlementerê CHP’ê Yildiray Kaya, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî rûniştinê bûn.
Hate diyarkirin derbarê bersûc Hamît Yildirim kontrola edlî nehatiye pêkanîn, ligel ku biryara girtina hinek bersûcan heye jî bersiv nehatiye dayîn.
Dîcle Anter got “Di van şertan de êdî gotin nemaye.” Anter diyar kir wê di 20’ê Îlonê de doz têkeve ber dembihurînê û got “Ev sûcekî mirovayetiyê ye. Em ê li qada navneteweyî têkoşîna xwe bidomînin.”
BIRYARÊN DADGEHÊ
Heyeta dadgehê ev biryar da “Divê dîsa aqûbeta bersûc Abdulkadîr Aygan were pirsîn, li benda nivîsa ji Wezareta Edaletê re were sekinandin a derbarê Cemîl Işik ê ku li Elmanyayê hatibû kuştin, derbarê bersûcên divê werin girtin divê fermana girtina wan bidome, ji bo tespîta navnîşana şahid Celal Yertekîn dîsa nivîs were nivîsandin, daxwaza bila tevdîra kontrola edlî ya li ser Hamît Yildirim were rakirin jî hate redkirin.”
Ligel ku wê doz di 20’ê Îlonê de têkeve ber dembihurînê heyeta dadgehê rûniştin taloqî 21’ê Îlonê kir.