Li Îzmîrê malbat ji bo azadiya girtiyên nexweş hatin ba hev

Malbatên li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyaye lê nayên berdan, Nobeta Edaletê domandin.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan ên Îzmîrê dabû destpêkirin, di roja 111’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Malbatên girtiyan bermalkên ku nivîsa “Azadî ji girtiyên nexwe re" û “Girtiyên nexweş berdin” li ser bûn, li xwe kiribûn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Foçaya jî tevlî çalakiya nobetê bû.

Di çalakiyê de Hevseroka HDP’ê ya Foçayê Mukaddes Işik bi bîr xist ku malbatên girtiyan bi mehan e çalakiya Nobeta Edaletê didomînin û ev yek şerma Tirkiyeyê ye. Bi domdarî Işik wiha got: "Daxwaza dayikan ew e ku mafên girtiyan neyên binpêkirin. Ev kes ji ber fikrên xwe di hundir de ne. Nayê qebûlkirin ku girtiyên pêwistiya wan bi tedawiyê heye rastî sepanên dermirovî bên. Banga min ji bo Wezîrê Dadê ew e ku berpirsyariya xwe pêk bîne."

Rêvebera HDP’ê ya Foçayê Remziye Baltaş jî bang li Wezîrê Dadê kir û ev tişt anî ziman: "Di serî de Aysel Tûglûk, divê ji bo hemû girtiyên nexweş bi adilane tevbigerin."