Li Mêrsînê parlementerê MHP’ê xebatkarên şaredariyê kir hedef, 10 kes hatin destgîrkirin
Li Mêrsînê piştî parlamenterê MHP’ê Olcay Kilavûz xebatkarên şaredariyê kir hedef, 10 xebatkarên şaredariyê hatin destgîrkirin.
Li Mêrsînê piştî parlamenterê MHP’ê Olcay Kilavûz xebatkarên şaredariyê kir hedef, 10 xebatkarên şaredariyê hatin destgîrkirin.
Parlamenterê MHP’ê yê Mêrsînê piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hedef nîşan da, li ser xebatkatkarên şaredariyê operasyon hate lidarxistin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê” kirine lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de derbarê 10 personelên şaredariyê de biryara destgîrkirinê dan. Di çarçoveya biryarê de polîsan di saetên serê sibê bi ser mala personelan de girtin. Di serdegirtinan de Alî Kaya, Ferhat Eren, A.K. , B.B., D.B., H.S., K.B., M.E.Î., Î.G. û S.M. hatin destgîrkirin.
10 kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.