Malbatên girtiyan: Zarokên me li ber sikratê ne!
Malbatên girtiyan diyar kirin ku girtiyên nexweş li ber sikratê ne û gotin “Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têkoşîna wan bidomînin.”
Malbatên girtiyan diyar kirin ku girtiyên nexweş li ber sikratê ne û gotin “Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têkoşîna wan bidomînin.”
Nobeta Edaletê ya ku malbatê girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên divê bên berdan dabûn destpêkirin, di roja 301’an de didome. Malbatên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê li hev kom bûn. Rêveberên DBP, HDP, TÛHAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER, MED TÛHAD-FED’ê jî tevlî çalakiyê bûn.
Nazîme Boltan a ku dêya Ciwan Boltanê girtiyê nexweş e daxuyanî da û diyar kir ku lêgerîna wan a edaletê di meha 10’an de didome. Boltan got “Em ji we tiştên giran naxwazin. Yan girtiyên nexweş tedawî bikin an jî berdin em wan tedawî bikin. Girtiyên nexweş bînin nêzî malbatên wan. Ji ber ku ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe, 5 sal in ez nikarim kurê xwe bibînim. Heke wijdanê we hebe hûn ê edaletê pêk bînin. Ez zarokê xwe nebînim jî heta dilopa dawîn a xwîna xwe ez ê têkoşîna wî bidomînim. Girtiyên nexweş ên li ber sikratê serbest berdin.”
Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Heq, hiqûq û edalet’ a xizmên girtiyan bi dawî bû.