Parvekirina stranên Kurdî sûc e!
Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Yûsûf Guneş ê li ser medyaya dîjîtal strana Kurdî parve kiribû, hate birîn.
Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Yûsûf Guneş ê li ser medyaya dîjîtal strana Kurdî parve kiribû, hate birîn.
Di rûniştina yekemîn a Yûsûf Guneş ê ku di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de dîmenê muzîka Kurdî parve kiribû, salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Serdozgeriya Komara Xarpêtê di der barê Guneş ê sala 2021’î di 3 demên cuda de li ser hesabê medyaya dîjîtal parvekirin kiribû, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Guneş di 4’ê Nîsana 2022’yan de li Stenbolê hat destgîrkirin. Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Rêya Vatanê îfadeya Guneş hat girtin û piştre ji bo îfade bide Serdozgeriya Komara Xarpêtê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Guneş ê ku bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da, sûcdariyên lê hatin barkirin, red kir. Di 15’ê Nîsanê de di der barê Guneş de bi îdiyaya “propagandaya rêxistinê kiriye” îdianameyek hate amadekirin. Îdianame di Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Xarpêtê de hat pêşwazîkirin.
Dadgehê diyar kir ku Guneş li Stenbolê dijî û ji dosyayê re biryara nerayedartiyê da. Piştî biryarê, îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 32’emîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Îro ji ber ku parêzerê Guneş nîn e, bi tena xwe tev li rûniştina yekemîn bû.
Guneş diyar kir ku wî bi xwe parve kirine û ji ber ku Kirmanc e bi Kurmancî nizane, wateya gotinên di stranê de nizane û di dîmenan de stran negotine.
Piştî ku Guneş axaftina xwe bi dawî kir, pirsa dadgehê ya “Tu sempatîzanê PKK’ê yî” bal kişand. Dozger, ragihand ku nêrîn amade ye û îşaret bi parvekirinên Guneş ên li ser medyaya dîjîtal kir û îdia kir ku Guneş di dîmenên parve kirine de “propagandaya rêxistinê” kiriye.
Dozger gotinên stranan jî anîn ziman û diyar kir ku Guneş di stranên di 21’ê Hezîranê, 14’ê Îlonê û 27’ê Mijdara 2021’an de parve kirine de, gotinên “Hatin ref bi ref hatin, rêwiyên Zagrosê hatin” û “Hevrêyê Zana û Andok, neviyên Şêx Saîd” tê de cih digirin û li gel vê yekê jî di strana “Apo Apo Apê me” de hatiye gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêberê PKK’ê, yê gelê Kurd e û ev stran di wateya pesindariyê de ne. Ji ber vê yekê daxwaza cezayê girtîgehê ji bo Guneş kir.
SAL Û 6 MEH Û 22 ROJ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ
Guneş li ber pêşniyara cezayê girtîgehê rabû. Dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da Guneş. Dadgehê da zanîn ku di der barê Guneş de tu lêpirsîn nîn e û biryar da ku cezayê hatye dayîn bi pêkanîna “Hikûm wê bê Ragihandin û wê bê Berdan (HAGB)" bê betalkirin. Tevî ku dadgehê ji Guneş nepirsî ku pêkanîna HAGB’ê dixwaze yan na û ev biryar da.