ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku endama Konseya Rêveber a KJK'ê Delal Nûrhak di meşa xwe ya azadiyê de lehengeke gel a rasteqîn bû û got, "Em ê weke ruhê têkoşîna xwe, hişmendiya îradeya xwe, xwedî li milîtana xwe ya têkoşînê derkevin."
- Ji çar aliyên cîhanê bi sedan parêzerî serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dan, ji bo karibin serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliylê bikin. Parêzer di 14'ê Îlonê de li Brukselê civîna çapemeniyê lidar dixin.
- Artêşa Tirk 5 meh in ji bo dagirkirinê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di van êrîşan de jî her cûre çekên kîmyewî diceribîne. Dema dawî giranî daye ser gaza Klorê.
- Armanca Xebat Çilçema yê HPG'î azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanê û gelê Kurd bû. Ji bo vê jî bi salan têkoşiya. Di 16'ê Cotmeha 2016'an de li gel 13 hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan bû.
- Hevserokê DBP'ê Bayindir anî ziman ku ew di demeke stratejîk de ne, divê kar jî li gorî vê yekê bê kirin û bal kişand ser girîngiya afirandina atmosfereke civakî û siyasî ya ku Abdullah Ocalan karibe tê de bi rola xwe ya dîrokî rabe.
- Eş-Şebab a ser bi El Qaîdeyê 20'ê Tîrmehê êrîşeke mezin bir Etiyopyayê. Di dema êrîşê de nêzî 2 hezar çeteyî avêtin ser sînorê dirêj ê herdu welatan Û li hin cihan bi qasî 150 km'yî da nava xaka Etiyopyayê.