Buroya Hiqûqê ya Asrinê spasiya 350 parêzeran kir
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, spasiya bi sedan parêzeran kir ku ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê dane.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, spasiya bi sedan parêzeran kir ku ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê dane.
Ji 22 welatan 350 parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê dan. Parêzeran, nameya serîlêdanê li Bruksela paytexta Belçîkayê bi civîneke çapemeniyê aşkere kir.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo piştevaniyê spasiya parêzeran kir û ev tişt got:
“Ji hemû welatên Ewropayê heta bi Ewistralyayê, ji Başûrê Efrîkayê heta bi Başûrê Koreyê, ji Hindistanê heta bi Emerîkayê, ji Brezîlyayê heta bi Japonyayê 350 parêzer û saziyên hiqûqê serî li Wezareta Edaletê dan û xwestin bi miwekîlên me rêzdar Abdullah Ocalan, rêzdar Hamîlî Yildirim, rêzdar Omer Hayrî Konar û rêzdar Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin. Muwekîlên me di şertên giran ên tecrîdê de tên girtin û 17 meh in me hay ji wan nîn in. Em spasiya hemû hevpîşeyên xwe û saziyan dikin ku diyar kirin ku rewşa heyî ya tecrîdê destwerdana mafê parastinê ne hiqûqî ye, dikin.”