Li Kîlîsê 3 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin

3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Kîlîsê tên ragirtin, ragihandin ku li dijî êşkenceyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Ûgûr Taşdevîren ê li Girtîgeha Tîpa T a Kîlîsê tê ragirtin, li malbata xwe ya li navçeya Wêranşara Rihayê dijî bi telefonê pê re axivî. Taşdevîren, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin vegotin û ragihand ku ligel Huseyîn Osmanpûr û Huseyîn Aydin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Taşdevîren diyar kir ku li girtîgehê tenê 4 girtiyên siyasî hene û da zanîn ku “hejmartina ser piyan a di nîzama leşkerî de” li wan tê ferzkirin.

Taşdevîren bi bîr xist ku ji ber pêkanîn qebûl nekirine gardiyanan beriya mehekê bi gotina “Em ê tişteke wisa bi serê we bînin ku kes nebihîse” û diyar kir ku Îhsan Îyînç ê beriya mehekê ji Girtîgeha Wanê sewqî Kilîsê hatiye kirin, beriya 4 rojan bêyî hincet xistine hucreya yek kesî. Taşdevîren ragihand ku rêveberiyê Îyînç bi gotinên “Beriya niha 3 girtiyên din dengê xwe nedikirin, ji roja ew hatiye vir ve îdiaya maf dikin. Pergala me ya li vir xera dike” xistine hucreya yek kesî û da zanîn ku heta hevalên wan Îhsan Îyînç neyînin cem wan û ferzkirina “hejmartina ser piyan a di nîzama leşkerî de” bi dawî nebe wê çalakiya wan bidome. Taşdevîren, bi lêv kir ku piştî ku ketin çalakiya greva birçîbûnê Huseyîn Osmanpûr, Huseyîn Aydin û ew bi xwe xistine hucreya yek kesî de û ji ber rêveberî pêdiviyên wan nade greva wan weke “rojiya mirinê” didome.

Taşdevîren, bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û komeleyên piştevaniya bi girtiyan re kir ku şandeyan bişînin girtîgehê û bi wan re hevdîtinê bikin.