DÎSK-AR: Li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bûye 8,5 milyon

Li gorî rapora DÎSK-AR’ê li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bûye 8,5 milyon.

Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK-AR) derbarê ‘Bêkarî û îstîxdamê’ raporek amade kir. Li gorî raporê hejmara bêkaran bûye 8,5 milyon.

 Di raporê e ev tişt hate diyarkirin “DÎSK-AR’ê sûd ji daneyên TUÎK’ê wergirt û hejmara bêkaran a pênase ku ji bandora demsalê hatiye zelalkirin, di Tîrmeha 2022’an de bûye 8 milyon û 415 hezar. Di Tîrmeha 2019’an de bêkarî ji seî 13,9 bû û di Tîrmeha 2020’an de daketibû ji sedî 10,1. Li piştre ev rêje ji sedî 19,3 derket ji sedî 22,5.”