Meşa ber bi Cûdiyê ve: Gel li Kercewsê kom bû
Gelê ku ji Serhed û Êlihê ji bo Meşa Cûdiyê bi rê ketibûn li Kercewsê gihiştin hev.
Gelê ku ji Serhed û Êlihê ji bo Meşa Cûdiyê bi rê ketibûn li Kercewsê gihiştin hev.
Ji bo tev li Meşa Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de bê li dar xistin bibin, girseyeke qelebalix li Êlihê kom bû.
Piştre Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamên partiyan û ekolojîst jî di nav de girse di derketina Kercewsê de bi Şaxa Serhedê re bû yek. Gel ji vir bi dehan wesayîtan ber bi Cizîrê bi rê ketin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz beriya birêketinê daxuyaniyeke kurt da û got “Em ji bo xwezayê ber bi Cûdî ve dimeşin. Em ê îro bigihêjin Cizîrê û ji wir jî biçin Cûdî. Heta ku pergala me ya talanê biqede em ê hemû çalakiyên xwe bidomînin.”