Saziya Tipa Edlî ambûlans neda Bariş Keve yê ku li girtîgehê hatibû qetilkirin

Bariş Keve li hucreyeke yekkesî ya Girtîgeha Tîpa T a Akçadaga Meletiyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Dema ku malbat çû cenazeyê wî werbigire, ambûlans nedan malbatê.

Bariş Keve (25) ê di Girtîgeha Tîpa T a Akçadaga Meletiyê de girtîbû, di 18’ê Îlonê de li hucreya yekkesî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Malbat bi şev çû Meletiyê.

Cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî. Piştî otopsiyê cenaze teslîmî malbatê hate kirin.

Ligel ku hatibû diyarkirin wê Saziya Tipa Edlî ambûlansê bide malbatê, ji ber zextên polîsan ê ku li ber derî kom bûn, Saziya Tipa Edlî ambûlans neda.

Malbatê bi wesayîteke taybet cenazeyê Keve wergirtin û ber bi navçeya Şaxê ya Wanê bi rê ketin.

Malbat herî dawîn di 16’ê Îlonê de bi Bariş Keve re bi telefonê axivîbû. Birayê wî Îlkhan Keve diyar kir di axaftina telefonê de rewşeke neyînî tunebû. Di mehên dawîn de cenazeyê gelek girtiyan ji girtîgehê derket. Şahid û delîlên cîddî hene ku girtî li girtîgehan tên qetilkirin.

Dewletê li ser îfadeya ‘şahidê veşartî’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bariş Keve birîbû. Keve li Edîrneyê hatibû girtin û 5 roj berê tevî 5 girtiyan sewqî Girtîgeha Akçadagê ya Meletiyê hatibû kirin. Keve di hucreya yekkesî de bû.