ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopand.

- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zerîn Rûken got, "Îran wê bi îrade û rêxistiniya jinê azad bibe. Ya ku rejîma Îranê ji holê rake, şoreşa jinê ye."

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata anî ziman, ku heta projeya li ser tunekirina Kurdan bi dawî nebe wê şer û berxwedan dewam bike û got, "Berxwedana me ne ji ber biryareke kêfî ye, ji ber neçariyeke dîrokî ye."

- Komên Mafên Xwecihiyan û Hawirdorê xwestin, daristanên baranê yên krîtîk hîn bêhtir bêne parastin. Li gorî daneyên fermî, li herêma Amazonê ya Brezîlyayê, îsal ji temamiya sala 2021'ê bêhtir daristan şewitîn.

- Yek ji bahozên herî dijwar li Japonyayê rabû. Ji neh milyon mirovî hate xwestin ku ji malên xwe derkevin.