Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Bi heman daxwazê malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî serî li Midûriyeta Saziya Cezayê Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serlêdan dikin. Serlêdan yan bi awayekî keyfî tên redkirin yan jî bêbersiv tên hiştin.

Di 25'ê Adara 2021'an birayê wî Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di telefonê de axivîbû lê ev hevdîtin di nîvî de qut bûbû.

Rêzan Sarica û Newroz Uysal ên ku parêzerên Abdullah Ocalan in piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn muwekîlên xwe bibînin.