Girtiyên di greva birçîbûnê de zihîf bûne

20 roj in greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş li dijî pêkanînên êşkenceyî yên li dijî girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Kiriklarê de dest pê kiriye berdewam dike. Parêzerên OHD’yî gotin ku girtiyên di greva birçîbûnê de zifîf bûne.

Li Girtîgeha Kiriklar a Hejmar 2 ya Tîpa F'yê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku 28’ê Tebaxê ji aliyê girtiyê nexweş Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ve li dijî binpêkirinên mafan hat destpêkirin, dewam dike. 5'ê Îlonê Îbrahîm Tikan, Behram Sagdikî û Mehmet Farûk Ayaz jî tev li çalakiyê bûn.

3 GIRTIYÊN DIN DEST BI GREVÊ KIRINE

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) dan xuyakirin ku îro serdana girtgehê kirine û ji wan re hatiye gotin ku Halîs Daghan, Remzî Ozhan û Hakki Tûrgay jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.

ZIHÎF BÛNE

Parêzerên OHD'î ku bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin diyar kirin ku midûrê girtîgehê daxwazên girtiyan qebûl nake anî ziman ku girtiyên di greva birçîbûnê de zihîf bûne û gotin ku Zekî Bayhan 10, Îbrahîm Tikan 6 û Ramazan Çerîk 6 kîlo dane û lazimatiyên wan nayên dayîn.

DAXWAZÊN GIRTIYAN

Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de ev in: “Divê girtiyên nexweş di heman odeyan de neyên girtin, divê têlên li ser hewadariyê bên rakirin û sînordarkirina li ber aktivîteyên sporê bên rakirin.“