ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Di 30 salan de 48 helîkopterên artêşa Tirk hatin xistine. Di çar mehen dawîn de 10 helîkopterên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine xistin.

- Hevşaredarê Peyasê yê HDP’î Davût Kesen diyar kir li Kurdistanê bi destê qeyyûman polîtîkayên qirkirina siyasî tê kirin û got “Polîtîkayên Tirkkirinê dîsa ketiye dewrê û hevsenga civakê xera bûye.”

-Haydar Erdogan di nav malbateke Tirkmen de ji dayik bû û tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Ji xebatên avakirina civakî kete zindanan û ji wir jî berê xwe da çiyayên Botanê.

-Dema ku Suleyman Soylû hate Wanê kesa ku her de pê re bû û di dema serdana esnafan de xwe wekî keseke ji gel dida nîşandan, derket holê ku ew jî li pêşiya avahiya HDP’ê rûdinê û kurê wê çend meh berê di şaredariya qeyyûm de xistine kar.

-Wê Festîvala Çanda Kurdan a Navneteweyî ya 30’emîn ku îsal bi şîara ‘Li hemberî dagirkerî û qirkirinê em ê Kurdistanê biparêzin û Rêber Ocalan azad bikin’ tê kirin were şopandin.

-Wê Meşa Cûdî ya ku bi şîara ‘Li hemberî hilweşandina şer û talana xwezayê em dimeşin’ were şopandin a ku ji Tirkiye û Kurdistanê gelek rêxistin ji bo meşê hatine Şirnexê.