Rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Dûrmaz giran e
Yekîtiya Têkoşînê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz û diyar kir ku ne pêkan e ku li girtîgehê bê dermankirin.
Yekîtiya Têkoşînê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz û diyar kir ku ne pêkan e ku li girtîgehê bê dermankirin.
Yekîtiya Têkoşînê têkîldarî rewşa girtiyê nexweşê giran Huseyîn Dûrmaz ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 ya Kiriklarê tê ragirtin, li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çepemeniyê da. Însîyatîfa Piştevaniya Girtîyan (TDÎ) û ÎHD’ê piştgirî dan civînê û xwişka Dûrmaz, Şerîfe Taşkin jî tevlî civînê bû.
Ji Yekîtiya Têkoşîn Fatma Yildirim nameya ku Dûrmaz şandibû xwend.
Yildirim diyar kir ku Dûrmaz di nameya xwe de gotiye ku ew dizanîbûye ku wê pêvajoyekî zehmet jiyan bike.
“EZ DIFIKIRIM KU MIN DEST BI ŞEREKÎ NÛ KIR KU SERBIKEVIM.”
Xwişka Dûrmaz Şerîfe Taşkin da zanîn ku birayê wê beriya 2 hefteyan li wê geriyaye û behsa nexweşiya xwe kiriye. Taşkin got: “Pêwîste ji derve jî xurek jê re bê dayîn. Ji ber ku bi wesayîta rîngê diçe û tê xeterî heye ku mîkrop bigre.”
‘NE PÊKAN E KU LI GIRTÎGEHÊ DERMAN BIBE’
Parezera Dûrmaz, Seher Dûrsûn ragihand ku piştî teşxîsa penceşêrê ji bo taloqkirina cezayê serlêdan kirine û hîn jî di derbarê vê de bersiv ne dane. Dûrsûn destnîşan kir ku ne pekan e ku dermankirina Dûrmaz li girtîgehê bê kirin û ji bo hemû girtiyên nexweş banga piştevaniyê kir.
Dîsa ji Yekîtiya Têkoşînê Mûhammet Hîzmetçî jî got: “Ji bo ku Huseyîn bikaribe vê nexwşiya giran derbas bike divê dermankirina wî di cihekî paqij û bi tendurist de bê kirin.” Hîzmetçî diyar kir ku ev şert û merc li girtîgehê naye pêkanîn û destnîşan kir ku divê demildest bê berdan.