Milîsên HBDH’ê li Stenbolê li hemberî polîsan çalakiyeke çekdarî kir
Milîsên Amara Rojbîn ên HBDH’ê li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê li hemberî wesayîta polîsan çalakiyeke çekdarî kir.
Milîsên Amara Rojbîn ên HBDH’ê li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê li hemberî wesayîta polîsan çalakiyeke çekdarî kir.
Milîsên Amara Rojbîn ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Me li Bagcilara Stenbolê li polîsan da! Di 15’ê Îlonê de saet di 02.00’an de me li Bagcilara Stenbolê li wesayîteke polîsan da. Wesayîta polîsan dema ku li pêşiya avahiyan navçeyê ya AKP’ê bû û ber bi Parka Yavûz Sûltan Selîm diçû, milîsên me bi çekê li polîsan da. Piştî çalakiyê milîsên me bi serkeftî ji qadê dûr ket.
Piştî êrîşê ambûlans û wesayîtên polîsan sewqî qadê bûyerê hate kirin.”