ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Li tunelên şer ên Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Metînayê, dîmenê teqîna bombeyên kîmyewî û bombeyên nukleer ên taktîkî yên dewleta Tirk hate kişandin.

- CPT ku ji sala 1999'an û vir ve 8 caran, di nava 10 salên dawî de jî tenê sê caran heyet şand Îmraliyê, li şûna pêşîgirtina li êşkence û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna 'komîteyeke şopandinê' tevgeriya.

- TJK-E'yê di şexsê Jîna Emînî de jinên hatin qetilkirin hemû bi bîr anî û bang li jinan kirin ku li dijî kuştina jinan têkoşînê li her qadê mezin bikin û bibin dengê Jîna Emînî.

- Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Rêzan Amed bi bîr anî û got, "Wê bibe rûmet û hêza me ya şerkirinê."

- Hevserokê Egîtîm Senê yê Şaxê Wanê Mûrat Atabay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin a perwerde û hîndekariyê ew e, ku zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin.

- Rojnamevan-nivîskar Ronî Nasirkaya hewl dide çîrokên li erdnîgariya Kurdan vebêje. Bi rêya 'Besna' van çîrokên rasteqînî digihîne xwendevanan.