Beştaş: Em piştgiriyê nadin tu partiya ku diyalogek zelal neke

Serokparlamentera Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş tevlî civîna gel a ku partiya wê li navçeya Marmarîsê lidar xistî, bû û got: “Em piştgiriyê nadin tu partiya ku diyalogek zelal neke.”

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Çareserî em in” de, bi tevlêbûna Serokparlamentera Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li navçeya Marmarîs a Mûglayê serdana esnafan kir û civîna gel lidar xist.

Şandeya HDP’ê li Taxa Armûtalanê serdana esnafan kir û piştre derbasî Navenda Çandê ya Armûtalanê bû. Li salona civînê pankartên “Denîz Poyraz nemire”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Çareserî em in. Ji Şer û mêtingeriyê re na” hatin daliqandin. Hevserokên HDP’ê yên Bajêr û Navçeyê, Berdevka Meclîsa Jin a HDP’ê Beyza Ustun, endamên PM’ yên HDP’ê, Konseya Bajêr a Marmarîs, Komîteya Ekolojiyê ya Marmarîs, nûnerê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê ya Marmarîsê û gelek welatî tevlî civînê bûn.

BERTEKA JI TALANÊ RE

Hevserokê HDP’ê yê Marmarîsê Guven Goknar mafê axaftinê girt û wiha got: “Li Marmarîsê yekane çavkaniya debara jiyanê, turîzm e. Lê li Marmarîsê şewatên daristanan didome û talana xwezayê ji çar aliyan ve destpê kir. Li dijî xwezaya Mûglayê talanek wisa destpê kir ku hemû demê bi rawestîna li dijî talanê derbas bû. Lê êdî tu kes talana ku dixwaze, wê nikare pêk bîne. Em li Şirnexê, Kazdaglarê û Marmarîsê rê nadin van qirkeran. Em ê vê pergala ku ji feqîran distîne û dide dewlemendan, biguherînin.”

POLÎTÎKAYÊN ŞER

Piştre Serokparlamentera Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û qala polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP’ê kir û got ku qasî ku hilbijartin nêz bibe, wê êrîş zêde bibin.

DARAZ HEYE YAN NÎNE?

Beştaş anî ziman ku berê bêalîtiya daraz diha nîqaşkirin, lê niha heyîna wê tê nîqaşkirin û ragihand ku daraz di destê desthilatdariyê de çek e. Beştaş wiha got: “Lê em dikarin ji vê pergala totalîter rizgar bibin. Li vir pêwîstiya me bi me heye. Dibe ji sedî sed em heman tiştê nefikirin lê eger em bi hev re tevbigerin, em ê bi serbixînin. Me Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo vê yekê ava kir. Em ê bi vê yekê re sînordar nemînin û tifaqa herî berfireh ava bikin.”

PIRSGIRÊKA KURD

Beştaş got ku hilbijartin wê tenê xwediyê nû yê desthilatdariyê diyar neke û wiha pêde çû: “Em hilbijartina herî girîng a sedsalê dikin. Em dixwazin ku Tirkiye, bibe demokratîk. Ji bo vê yekê jî pisgirêka sereke, pirsgirêka Kurd e. Bi qetilkirina Kurdan û xwezaya wan, qedexekirina zimanê wan ev pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka erdnîgariya Kurdistanê ye, ya Tirkiyeyê ye jî.”

Beştaş tekez kir ku HDP wê piştgiriyê nede tu partiya ku diyalogek zelal neke û got: “Tu kes nikare berpirsyartiya windakirina hilbijartinê bavêje ser milê me. Têkildarî vê yekê em temaşe bikin ku yên din çi kirin. Pêwîstiya demokrasiyê bi têkoşînê heye, bi kolanê heye. Azadiyê jî wê tenê yên têkoşîna civakî didin, bikarin bînin. Yên tirsonek ne. Em tekez bawer dikin ku em ê biserkevin. Tu darbeya ku li me hatî xistin, em lewaz nekirine.”

Civîn piştre bi beşa pirs-bersiv dewam kir.