Ji rojnamevanên girtî re çalakiya ‘name şandinê’
Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo rojnamevanên ku 16’ê Hezîranê hatin girtin, çalakî lidar xistin.
Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo rojnamevanên ku 16’ê Hezîranê hatin girtin, çalakî lidar xistin.
Rojnamevanên li Stenbol û Enqereyê ji bo rojnamevanên ku 16’ê Hezîranê li Amedê di serdegirtinên malan de hatin girtin name, kart û pirtûk şandin.
STENBOL
Rojnamevanên li Stenbolê li ber PTT a li Kadikoyê hatin ba hev.
Rojnamevanan li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Piştre xwestin name û pirtûkan bişînin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Tevî vê yekê jî rojnamevan ketin hundirê PTT’ê û ji hevpîşeyên xwe re name şandin.
Piştre di daxuyaniya li Îskeleya Beşîktaşê hat dayîn de, rojnamevanan pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” vekirin.
Her wiha di çalakiyê de dovîzên “Pênûsa heqîqetê nayê şkênandin” û “Generalên biçûk ên Apê Mûsa li vir in” hatin hilgirtin.
Gelek rojnamevan û Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Matbaayê (BASIN-ÎŞ) a Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK) tevlî daxuyaniyê bûn.
Endama MGKP’ê Dîren Yûrtsever got ku îro li 6 bajaran daxuyanî dan û ji rojnamevanên girtî re name û pirtûk şandine.
Daxuyanî ji aliyê endama MGKP’ê Dûrket Suren ve bi Kurdî û ji aliyê rêvebirê DFG’ê Nişmiye Guler ve jî bi Tirkî hate xwendin.
Serokê Giştî yê BASIN-ÎŞ Farûk Eren jî anî ziman ku ji bo hevalên wan bên berdan em ê her tişa ku ji destê wan tê wê bikin û destnîşan kir ku Ew ê bi hev re têbikoşin.
ENQERE
Gelek rojnamevanên ku li Enqereyê dixebibin, ji bo rojnamevanên girtî kart, name û pirtûk şandin. Nûnerê Herêmê yê BASIN-ÎŞ’ê Tûrgût Dedeoglû, Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû û gelek rojnamevanan piştgirî dan çalakiyê.
Gelek polîsên sivîl û otobûsên wan çalakî asteng kirin.