Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Metîn Încî hate girtin

Li Mêrsînê di 13’ê Îlonê de nûnerê bajêr ê DBP’ê Metîn Încî hatibû destgîrkirin. Încî hate girtin.

Li Mêrsînê di 13’ê Îlonê de nûnerê bajêr ê DBP’ê Metîn Încî hatibû destgîrkirin. Roja Pêncşemê Încî derxistin Hakîmtiya Cezayê Sulhê ya Mêrsînê û bi îddîaya ‘mirov beşdarî rêxistinê kiriye’ Încî hate girtin. Încî şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê.

Di heman demê de di destê sibehê de di serdegirtina malan de li Akdenîzê 2 jin hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin bi îddîaya ‘endamên YPG’ê ne’ jin hatine destgîrkirin.

Roja Pêncşemê bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ 10 xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê jî hatibûn destgîrkirin. Li emniyetê îfadeya van 10 kesan tê stendin.