Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê: 9 kes hatin destgîrkirin

Girseya ku xwest bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê daxuyaniyê bide, rastî êrîşên polîsan hat. 9 kes bi kelemçe û êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyûrt a Stenbolê bi daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” li hemberî Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Aydin daxuyanî da. Polîsan êrişî çalakvanan kir û 9 kes ji piştve kelemçe kirin û bi êşkenceyê destgîr kirin.

Di dema destgîrkirinê de pozê welatiyê bi navê Metîn Bûrûkan şikest û Gamze Kaya jî li pêş çavên 3 zarokên xwe hat derbkirin û destgîrkirin. Di dema derbkirinê de Ayten Yilmaz ji ser hişê xwe çû.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Gamze Kaya, Çayan Yilmaz, Dînçer Gun, Metîn Bûrûkan, Medet Duzenlî, Sînan Polathan, Mûrat Guven, Ayten Yilmaz û Welat Ekmekçî.”

Kesên hatine destgîrkirin piştî kontrala tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Beylîkduzuyê ji bo îfade girtinê birin Qereqola Polîsan a Kiraçê.